Mustafa Ergün - Xecê HD
Xecê lome ji zivistana vî bajarî re nabin. Sibehên payîzê gupikê pemû çi qas nermoçankî û avî ne, awirên te jî ew qas nerm û çavên te jî şilî. miriyên tirba devê min hişyar bûn û peyv kom dikirin bona destpêka helbestekî; di turê dilê min î çiriyayî de. ji ber serma vî bajarî şeraba me hinekî din germ bû di dilê me yê kelogirî û têretêr hecikandî de. sorahiya xwîna tirî li ser lêvên te... çav, por, birî... bi kurtasî, tu; mîna helbesteke şerab di ser da rijiyayî. fişkefişka pozê te, bi îskeîska dilê min re baz dida. ne hîveron li ser serê me hebû, ne jî dinya cihekî wisa ye ku; mirov bi rûyekî ken lê binêre... lê çima rûyê te bi ken bû, rû yê min bi ken? kena bi çilkek fedî, kena di şîr de danzilî. ha xecê; de bêje... di hişê min de çîrokek, guh nedida bav û kalan; sê peyv, bi hevokekê; sê hevok, bi kenekî; sê ken bi ramûsanekê... - bi jehra jiyanê ez ji şîrevekirim diya min - zimanê min î di kurahiya dilê min de kifikî, te derxist ser lêvan xecê. dil êdî naxwaze, li axa xelkê, cotkariyê bike… ezmanê şevên vî bajarî mîna yê devê min in, ji barçêmikekê re nebû hêlîn... lê xecê, te bi xwe re hechecik ji hecê anîn. kêçên diran qîç, dûr ketin ji serê zarokan. zarokên hebûn û tinebûna dinyayê roj bi roj yek xwe li situyê axa zik çirîyayî dike û tirba zikê xwe dikole. erê xecê... ez lingê axtapotê jî qet ji bîr nakim. lingên wî yên heştemîn. niha nola çêlekeke dû çêrê, kayikan dikim navê te; xecê, xecê û cardi xecê me ji hev re qala çi kir, çi xwar, çi vexwar; guh deng bi deng, zik parî bi parî dev gez bi gez ji bîr nekir... îro ya dibare ne baran e, gulebaran e kûçe bi kûçe, tax bi tax, bajar bi bajar... mîna komek qimil li ser simbilekî zivir - kuçik ji xerîba re dihewitin; an jî kuçikê xerîb - tirşiya hêrûgê min dixwarin, hîn di devê min de ye; di paxila dayika xwe de… ew şewata hîn di hindurê min de, mîna çûkekî bi zimanê kewan diaxife... çend dilop şîr ji berîka min ketin ketin ser gewriya berfê, mîna hebek hinar diçirise şîrê diya min hinarê deşta sirûcê ye xecê, sirûca epehişk li rûyê her kuçikbavî hebek hina