Nazê Nêrgiza Hewşê - Mehmûd Berazî | Hunergeha Welat

26.05.2020
Muzîk: Mehmûd Berazî Gotin: Şêro Hindê Stranbêj: Şervan Badînî Lîstikvan: Ehmed Mele Umer Şilaxî Camera: Ronî Elî Visual Effects: Mustafa Weys Montaj: Elî Feqe Cil û berg: Hogir Qulan Dilo Hesso Derhênan: Şêro Hindê Deng: Mihemed Kinco Rewan Temo Hozan Wezîr Evîn Elî Yûsif Osman Îvan Mihemed Rozelîn Ibrahîm Mihemed Şemdîn Rewşen Ibrahîm Barîn Reşo Serxwebûn Zeyno Kawa Xalid Xeysa Hesen Şevzan Mehmûd Gur bû gur bû... Agirê dilê min gur bû Wek roka havînê zer bû Zerkî ji perengên daran Jê tê bêhna hinaran Hinarê ji deşta xwarê Gur bû gur bû ... Wek roka havînê zer bû Ba bû ba bû Bayê payizê rabû Ibrû şevê esmer bû Kezî sorkî qemer bû Sorkî ji hina hindê Ez kuştim poz bilindê Rûyê rindê wek findê Ba bû ba bû ... Ibrû şevê esmer bû Sir bû sir bû... Berf û seqem û sir bû Kinê daneket tarê Dilkê min hate xwarê Ji kerba keça bajaran Bajar bû wek qaqosê Mame li benda buharê Sir bû sir bû... Berf û seqem û sir bû Geş bû geş bû Buhara li geliyan geş bû Seyrana yara xweş bû Nazê nêrgiza hewşê Çav berda bû pismaman Pismam fîtê mêra ye Xewna min bû qosaqarê Gur bû gur bû Agirê dilê min gur bû Wek roka havînê zer bû

Похожие видео