Yunus Diṣkaya - Keça Seyda [Official Audio - HD] HD

24.10.2019
Lyrics: Cegerxwîn Music: Yunus Dişkaya Producer: Yunus Dişkaya Lyrics: Keça Seyda, Keça Seyda! Bi çavên reş te li key da Bi fîncana evîndarî Ji wan lêvên şirîn mey da Keça Seyda tu nazdar î Stêra şevreşa tarî Ku bêjim; wer mebê na-na Evîna te kirim şeyda Keça Seyda gula sor î Qirik pir gewr e bê morî Şirîn û Zîn bibin gorî Li ber destê te bî Xeyda Keça Seyda te ez kuştim Pêrîşan û nexweş hiştim Ji wan tîran ku dil miştim Li mêlak û li dil qeyda Evîna te dil ji min sot Serapa bûme wek sersot Bi wan lêvan te carek got Di înê tême cem Seyda Şehinşaha qirik gaza Te ez kuştim bi wan naza Were guhdêre awaza Çi derdek bû li min peyda Çeleng û naz û şêrînê Were zana û dûrbînê Were nik min şeva înê Me zû derxe ji wan qeyda Keça Seyda tu şehnaz î Bejin serwî, qirik gazî Eger îşev li vir razî Li cem Seyda dibî eyda Biwe pêlek te nabînim Li ser te ez wekî dîn im Tu zanî ez Cegerxwîn im Dil û can tev di dest meyda Click here to subscribe channel: https://bit.ly/2XboImV To listen on Apple Music, Spotify etc. and to download: https://lnkfi.re/YD_Cegerxwin4 Graphic design: Siya ©Red Music Digital UG #KürtçeMüzik #MuzikaKurdi #Stran

Похожие видео

Показать еще