Siyahpûş - Rêşad Sorgul HD
Ez nizanim ew çi sûret bû, me dî di camê, Şubhê şemê, sohtî cergê min wekî perwanê, Wayê weyla, sohtî qelb û ez kirim mest û dîn, Lew me qesde, secde bem, li ber saqiya meyxaneyê, Min qebûl in, xemr û saqî, dêr û zunnar û senem, Min nevên succade, ewrad û digel qesda daneyê, Ey hebîba, ger cehenem dave bit, tu dane bî, Bi qesem dê biçme navda ez bi qesda daneyê. Lê nizanim tu ji kê yî, ey Leyla Ibnayê Tey, Şubhê Mecnûnê zemanî rû bikem wêraneyê, Ez çi çar kem, kê ji derdê min xeberde, ey hewar, Dê ji kê bipirsim, nizanim menzila cananeyê, Şemê canan dûredest e, menzila min zulmet e, Ez ji kê gazinde kem bînî şemala xaneyê, Xwezya roja wusalê da bixuyê zulfa hebîbê, Ku bi mijgan ta bi ta kem ez misala şaneyê, Muhbetê kuştim, Siyahpûş şubhetê Seyfulmulûk, Lew li ser min ferd û eyne, secdeya pûtxaneyê, Aşiqê sadik ew e, yê ku di riya dilberê, Ger ewî bînin bi ker ken, naşkînî peymaneyê, Karê şemê her şewata muhbeta sohtinê ye, Lew min disojîne şubhetê perwaneyê.