Dilberê îro seher - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
Dilberê îro seher avête cergê min du dox Yek li sîne yek li dil da lew ji min tên ax û ox Ah û oxên min ji dil ten lê ji ber tîra qizil tên Yan ji kovanên di kul tên jê dizêt her xûn û zox Xûn ji dil co co rewan tê wek ‘eqîq û erxewan tê Lê ji dest selwa ciwan tê ew şepala şeng û şox Ew şepala şox û şeng e kafira rom û fireng e Dame ber cotek xedeng e zalimê kuştim bi dox Zalimê kuştim şepalê nazikê qencê delalê Bûn hicaba zulf û xalê ‘îdek û ala û tox Netrik û tayên bi rêşî ê di zer in pêve wêşî Min du fêris dîn di pêşî murwet û însafî yox Lew heriftim ez ji meylê şubhetê sehlê we seylê Muhbet û ‘işqa di Leylê ez kirim yekser pilox Dest nehêlim ez ji dînê şubhê Firhad û Şirînê Wer ji ber ‘işq û evînê min di rê çit ev kilox Sûhbeta çerx û sema tê wek Melê sed mubtela tê Zemzem û ava heyatê muşterî sed şeyx û şox