HIVRON-Şox u Şenge (dil ji min bir)
Dil ji min bir Şox û şengê zuhre-rengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybet-pilingê Dil ji min bir, dil ji min. Wê şepalê misk î xalê, Dêm-durê gerden şemalê, Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min. Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min bir dil bitalan Goşeê qewsê hîlalan Dil ji min bir, dil ji min. Dêm nedirê bo ebîrê Xemrî yû gîs û herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir, dil ji min. Sur-şirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqşnê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir, dil ji min. Fetl û taban da xuraban Ebleq û cuhtê şebaban Dame ber pence w kulaban Dil ji min bir, dil ji min. Xoş-xeramê, ez xulamê Nazikê şirîn-kelamê Tûtîya eywan meqamê Dil ji min bir, dil ji min. ............... Gönlümü aldı gönlümü Pırıl pırıl Zühre renkli Gönlümü aldı gönlümü O Heybetli kaplan bakışlı Gönlümü aldı gönlümü O endamlı, miskli beni Gönlümü aldı gönlümü Yüzüne dağılan zülüfler Gönlümü aldı gönlümü O zülüferi, halka kaşları Gönlümü aldı gönlümü Sivri ve köşeli hilal gibi Gönlümü aldı gönlümü Emsalsiz yüzü göründü Kızıl ipek giyinenin Göğsümü oklara gaye kıldı Gönlümü aldı gönlümü .......MELAYÊ CIZÎRÎ......
Похожие видео
Показать еще